Ji bo Sekretertiya giştî ya Konseya Ewropayê ya bi navend Strazburg ku Tirkiye jî endamekî wê ye, Wezîra Karê Derve ya Xirwatistanê Marija Pejcinovic Buric hat hilbijartin.
Di dengdayîna ku li Lijneya Giştî ya Meclisa Parlementerên Konseya Ewropyaê de hat kirin, di tûra yekemîn de Buricê ji dengên avêtî 159 heb sitandin û Wezîrê Karê Derve yê Belcîkayê Didier Reyndersê ku 105 deng sitendin li dû xwe hişt û bû Sekretera Giştî.
Buric dê 18ê îlonê wezîfeya sekretertiyê ji Thorbjorn Jagland dewr bigire û destbikar bibe.
Jeglandê Norwecî ji 2009an ve Sekretertiya Giştî ya Konseyê bi rê ve dibe.