Sektora pêlavan a li Gazîantepê

Di pandemiyê de îxracata solan zêde bû.

Sektora pêlavan a li Gazîantepê

Li Gazîantepê di meha hezîranê li gel pandemiyê jî çêkirin û îxracata pêlavan zêde bû. Solên ku li Gazîantepê tên çêkirin, li gelek welatan tên firotin.

Li Tirkiyê ji sedî 30ê pêlavan li atolyeyên Gazîantepê tên çêkirin.

Di pandemiyê de çend mehên ewil hilberîn û îxracat sekînî.

Lê bi normalbûnê re hilberînê dîsa dest pê kir û di meha Hezîranê de ji bo derfirotinê rekor hat bidestxistin.

Serokê Odeya Koşkaran Mehmet Emin İnce got ‘’Ji bo em sozên xwe bigirin em bi hemû qewet û xîreta xwe xebitîn. Li gorî heman meha sala par, di Hezîranê de me îxracata xwe ji sedî 20 zêde kir. Di sektora şimikan de jî derfirotin ji sedî 30 bilind bû.’’

Serokê Odeya Koşkaran got me di pandemiyê de xebatkarên xwe ji kar dernexistin.

İnce got ku heya ji destê me bê em ê kar û xebatên xwe bi pêş ve bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE