Sektora pêlavan a li Herêmê

Solên ku li Gaziantepê tên çêkirin tên firotin gelek welatan.

Sektora pêlavan a li Herêmê

Li Gaziantepê di warê çêkirin û îxracata solan de rekoreke mezin hat bidestxistin. Şekalên ku li Gaziantepê tên çêkirin, li gelek welatan tên firotin. Ev jî tesîreke baş li ser aboriya Turkiyeyê û Gaziantepê çêdike.

Sektora çêkirina solan li Gaziantepê sektoreke gelek girîng e.

Lewra ji sedî 33 pêlavên Turkiyeyê li atolyeyên Gaziantepê tên çêkirin.

Fabrîkayên li Gaziantepê di 2019an de îxracata xwe zêde kir, ji 117 milyon dolaran derxistin 160 milyon dolaran.

“Di 20 salên dawî de rekora mezintirîn a Turkiyeyê li Gaziantepê hat bidestxistin û bazara me ji sedî 33 mezin bû.”

Şekalên ku li vir tên çêkirin bi qalîte û modelên xwe jî li gelek welatan tên belavkirin.

Serokê Odeya Solkeran a Gaziantepê Mehmet Emin İnce dibêje: “Îxracata ku ji vir tê kirin, tesîreke baş li ser aboriya Turkiyê û Entabê çêdike.”

“Em dixwazin Gaziantepê bikin wek navenda çêkirin û hilberîna solan. Ji bo vê jî pîşesazên me bi roj û şev dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE