Şelaleya Çirçirê ya ku ji navenda Bîngolê 28 kîlometre dûr e piştî berf heliya bi dîmênên rengîn derdikeve pêş û ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.
Şelaleya Çirçirê di nav sînorê gundê Uzundereya bajaroka Ilicalarê ya nêzî zozana Deştê ye.
Îsal ji ber ku berf jî heliya ava şelaleyê gur bûye û diherike. Ava ku ji nav keviran qasî ji 50 mêtroyê ber bi jêr va diherike dîmênên xweş û balkêş derxistin holê.
Gelek welatî û mêvanên ji derva tên herêmê ziyaret dikin û bêhna xwe vedidin.
Ji ziyaretvanan Zulkuf Bagbars got ku ev ciyekî zehf girîng e û divê were nasandin.
Bagbars got ku ew ji nasandina şelale û herêmê li medyaya civakî gelek caran weşanên zindî û parvekirinan dike û wiha axivî:
"Herikîna ava şelaleyê ji serê meha nîsanê bi coşeke mezin dest pê dike û heta dûmahiya meha gulanê dewam dike. Dîmên gelekî xweş derdikevin hole. Şelaleya Çirçirê havînan ziha dibe û zivistanê jî dicemide. Gelek meriv ji bo seyranê tên vê derê. Divê hemû welatî bên van xweşikiyan bibînin."