Selçuk:Mifetîş hatin şandin

Ziya Selçuk: Em nahêlin ku di navbera zarokên me de cudatî bê kirin

Selçuk:Mifetîş hatin şandin

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk bertek nîşanî malbatên ku zarokên otîstîk protesto kiribûn da. Ji bo lêpirsîna bûyerê ji Enqerê mifetîş çûn dibistana li aksarayê. Wezîr Selçûk got; em ê nehêlin ku tu zarokekî me ji mafê perwerdê bimîne û di navbera wan de ferqûmeylî bê kirin.

Wezîr Selçûk: Rêvebirê dibistanê ji bo silametiya lêpirsînê ji kar hat dûrxistin. Me hin tevdîr girtibûn, ji bo rêvebiriya dibistanê, ji bo cihê wan nivîsan. Jixwe beriya ku di çapemeniyê de belav bibe me tevdîrên xwe girtibûn. Me ji bo zelalkirina vê meselê komeke mifetîş ji Enqerê şand dibistanê. Bi vî awayî me dest bi lêpirsînê jî kir. Em ê bi tu awayî nehêlin ku zarokên me ji mafên xwe yên perwerdê bimînin û di navbera zarokên me de ferqûmeylî bê kirin. Lewma ev yek ji bo wezîfeya mirovahiyê jî gelek girîng e.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE