Şembelîkên li Agriyê bala wênekêşan kişand

Komeke wênekêşan a ji 12 kesan pêk tê û ji bajarên wek Îstanbul, Bursa û Îzmirê hatin li texma gundê Yolyaziyê wêneyên şembelîkên li ser zinaran ku bi qasî 5 mêtroyan dirêj bûn, kişandin. 

Şembelîkên li Agriyê bala wênekêşan kişand

Bajarê Agriyê ku di vê demsalê da mirov ji ber sir û seqemê lê diqefile gelek wênekêşên ji herêmên cuda yên welêt hatine diezimîne.

Komeke wênekêşan a ji 12 kesan pêk tê û ji bajarên wek Îstanbul, Bursa û Îzmirê hatin li texma gundê Yolyaziyê wêneyên şembelîkên li ser zinaran ku bi qasî 5 mêtroyan dirêj bûn, kişandin. 

Wênekêşên ji bajarên xerîb hatibûn li hemberî şembelîkên firehiya wan bi qasî 30 mêtroyî û dirêjahiya wan jî bi qasî 5 mêtroyî bû, devvekirî man.

Komê piştî ku wêneyên şembelîkên qirase kişandin li zarokên gund jî bot belavkirin û paşê jî daxuyanî dan.

Ji wênekêşan Nursel Îzmîrlîerê got ku wan wêneyên xweşiyên sirûştî yên li Agriyê ne kişandin û wiha dewam kir: "Şêniyên herêmê ji dil û gelek mazûvan in. Em ji wênekişandinê gelek hez dikin. Ji bo wêneyên vê xweşiyê jî bikişînin em hatin vê derê. Min heta niha şembelîkên wiha li tu derekî nedîtiye."

Ji wênekêşan Oya Adiyamanê jî got ku dîmenên şembelîkên li Agriyê gelek balkêş in û wan têra dilê xwe wêneyên wan kişandin.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE