Li Karlıovaya navçeya Bingölê piştî barîna berfê ji ber sir û seqemê şembelîkên mezin çêbûn û ew bi alîkariya ekîbên agirkujiyê tên şikênandin.
Li navçeya Karlıovayê germahiya hewayê nava rojê jî di bin sifirê da ye û ji ber sermaya zêde ava berfê ya ji sivirnekên xanî û avahiyan tê xwarê dibin şembelîkên mezin.
Ekîbên Şaredariya Karlıovayê bo van şembelîkên mezin ên ji bo mirovan talûke ne nebin sedema zirar û ziyanê dest bi xebatê kirin.
Tîma agirkujiyê ya Şaredariya Karlıovayê bi wesayîtên agirkujiyê va derketin navenda navçeyê û şembelîkên bi sivirnekan va çêbûne şikênandin.
Berfa li ser kuçe û kolanên navçeyê ku tê paqijkirin jî bi kamyonan derdixin dervayî navçeyê.
AA