Sempozyûma kurdiyatê ya li ser înternetê

Di sempozyûmê de li ser gelek berhemên kurdî, tirkî û erebî agahî hatin dayîn

Sempozyûma kurdiyatê ya li ser înternetê

Li Vanê, enstîtuya zimanên zindî ya zanîngeha yüzüncü yilê li ser berhemên ilmên îslamî sempozyûmek da. Sempozyûm li ser înternetê hat weşandin. Ji 15 zanîngehan 42 akademisyen tevlî sempozyûmê bûn. Di sempozyûmê de li ser berhemên ilmî yên bi kurdî, tirkî û erebî agahî hatin dayîn.

Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yüzüncü Yila Vanê, xebatên xwe yên li ser berhemên ilmî didomîne.

Enstîtuyê, herî dawî bi moderatoriya Midûrê Zimanên Zindî Doç. Dr. Abdulhadi Timurtaş sempozyûmeke online organîze kir.

Ji 15 zanîngehan 42 akademisyen beşdarî sempozyûmê bûn.

Mijara sempozyûmê jî ew berhemên ilma Îslamî bûn ku bi Kurdî, Tirkî û Erebî hatine nivîsandin.

Di sempozyûmê de bi taybetî li ser berhemên bi Kurdî hat sekinîn.

Piştî sempozyûmê jî wê ji bo weşandinê, hin pirtûk werin diyarkirin û bên şandin cihên hewce.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE