Bi hevkarîya Zanîngeha Dîcleyê û Wezareta Çand û Turîzmê Sempozyûmeke navnetewî tê lidarxistin. Bi sedan akademîsyenên xwemalî û biyanî beşdarî vê sempozyûmê dibin û herwiha bi sedan makale û xebat jî dê werin pêşkêşkirin. 41emîn sempozyûma navnetewî ya vedan, vekolîn û arkeometrîyê dê li zanîngeha dîcleyê heta 21 hezîranê dewam bike.
Li Zanîngeha Dîcleyê Sempozyûmeke têr û tîjî ya zanistî dest pê kir.
Di sempozyûmê de derbarê "Vedan, Vekolîn û Arkeometrîyê" de xebatên herî dawî tên pêşkêşkirin.
450 belavokên akademîk ji aliyê bi sedan akademîsyenên xwemalî û biyanî dê seranserê vê hefteyê werin pêşkêşkirin.
41emîn Sempozyûma Vedan, Vekolîn û Arkeometrîyê ji bo şûnwarnasî, danasîna berhemên dîrokî yên Amedê û turîzma herêmê jî roleke mezin dilîze.
Di sempozyûma zanistî de bi sedan akademîsyenên hêja hene û gelek ji wan ji Ewropa û Emerîkayê hatine.
41emîn Sempozyûma Vedan, Vekolîn û Arkeometrîyê heta 21ê Hezîranê dê li Zanîngeha Dîcleyê li salonên cuda dewam bike.