"Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî"

Li Vanê "Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî" dest pê kir

"Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî"

Li Vanê "Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî" ku bi hevkariya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tê lidarxistin, dest pê kir.

Ji xeynî Îran û Iraqê 60 akademîsyenên ji zanîngehên cuda û her wiha xwendekar beşdarî sempozyûmê bûn ku li salona konferansê ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya YYUyê hat lidarxistin.

Rektorê YYUyê Prof. Dr. Hamdullah Şevli di merasima destpêkirina sempozyûmê da axivî û diyar kir ku ew kêfxweş û bi kelecanî ne ku ew mazûvaniya sempozyûmê dikin ku dê 3 rojan bidome.

Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas û Şêwirmendê Serokomar Gulşen Orhanê jî bal kişandin ku ew kêfxweş in ku ew beşdarî sempozyûma li ser Feqiyê Teyran bûn.

Sempozyûm dê di 30ê Gulanê da bi dawî bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE