Sempozyuma navneteweyî ya Fuat Sezgin

Ji 9 welatan 100 akademisyen li ser Prof. Dr. Fuat Sezgin axivîn...

Sempozyuma navneteweyî ya Fuat Sezgin

Fuat sezgîn kurdekî bedlîsê bû û emrê xwe di riya dîroka zanîstên îslamê de derbas kir. Li Diyarbekirê bi navê Fuat Sezgîn sempozyuma dîroka zanistên îslamê ya navneteweyî hat lidarxistin. Wezîrê pîşesazî û teknolojiyê Mustafa Varank jî di nav wan de ji 9 dewletan pispor û akademîsyen beşdar bûn.

Lêkolînerê Dîroka Zanista Îslamê Prof. Dr. Fuat Sezgîn li dinyayê dîrokzanekî navdar e.

Sezgîn di 94 saliya xwe de 6 meh berê wefat kir. Lê belê ked û berhemên wî dîrok û jiyana mirovan ronî dike.

Li Amedê bi hevkariya Şaredariya Peyasê, Akademiya Kadimê û Cemiyeta Belavkirina İlmê; Sempozyuma Dîroka Zanistên Îslamê ya Navneteweyî ya Fuat Sezgin hat tertîpkirin.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Parlamenterên AK Partiyê Mehdi Eker, Oya Eronat û Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Güzeloglu jî beşdarî sempozyûmê bûn.

Sempozyuma navneteweyî bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank bal kişand ser taybetiya cenabê Fuat Sezgîn û got:"Me sala 2019yê wek ‘Sala Dîroka Zanistê ya Îslamê ya Fuat Sezgîn’ ilan kir. Divê em ji keşf û berhemên Sezgîn fehm bikin û jê îstîfade bikin. Pirtûkxaneya Fuat Sezgîn li Elmanyayê ye, em dixwazin ku wan berhemên girîng bînin Tirkiyeyê lewra 45 hezar kitêb mafê Weqfa Fuat Sezgîn e. “

Kifşên Fuat Sezgîn bala hemû cîhanê dikşîn e. Ji ber vê yekê ji xeynî Tirkiyeyê ji Cezair, Misir, Hindistan, Erebistana Siûdî, İraq, Katar, Fransa û İspanyayê gelek alim, pispor û akademisyen tevlî sempozyumê bûn.

Ji sedî zêdetir zanyarî teblixên xwe bi zimanê Tirkî, Erebî û Îngilizî pêşkeş kirin.

Sekreterê Giştî yê Alimên Dinyayê Eli Karadagi diyar kir ku Fuat Sezgîn îspat kiriye zanyarên îslamê 200 sal beriya Kolomb parzemîna Emerîkayê kifş kirin e.

Sempozyuma Dîroka Zanistên Îslamê a Navneteweyî ya Fuat Sezgin wê li Navenda Huner û Çanda Cegerxwîn 2 rojan berdewam bike.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE