Armanc ew ku Adiyeman bi qebra sehabe Sefwan Bîn Muettal va bibe yek ji navendên girîng ên turîzma baweriyê.
Qebra sehabe Sefwan Bîn Muettal 10 kîlomêtre dûrî navçeya Samsatê ye û li ber qebrê kuliye û mizgeft tê çêkirin.
Piştî çêkirina mizgeft û kuliyeyê, tê payîn ku gelek turîstên xwecî û biyanî herêmê ziyaret bikin.
Miftiyê Navçeyê Mehmet Taşçi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçeya Samsatê ji bo turîzma baweriyê girîng e. Taşçi destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qebra du sehabiyan teqez tê zanîn û yek jê jî qebra Sefwan Bîn Muettal e û li navçeya Samsatê ye, sehabe wê demê Medîneyê terk dike û li Adiyeman û bajarên herêmê bi dijberên Îslamê ra cîhad kiriye.
Taşçi diyar kir, piştî ku Sefwan Bîn Muettal bûye misilman, ew û qebîleya xwe bi Hezretî Mihemed ra ketiye Şerê Xendekê û bûye qehreman, 40 sal emrê wî li ser vê axê derbas bûye.
Miftî Taşçier got ku Adiyeman ji bo turîzmê bajarekî girîng e û di warê turîzma baweriyê da jî xwe dide nîşan.
Taşçier diyar kir ku li kêleka qebrê ser hezar donimî kuliye û tesîsên civakî hene û wiha dewam kir: "Di nav 165 donim erdê tirbê da xebat tên kirin. Çêkirina kuliyeyê wê di demeke kin da xelas bibe. Nêzî 2 hezar kesî di heman demê da dikarin li kuliyeyê nimêj bikin. Di nav kuliyeyê da salonên konferans û xwendinê, kafe û tesîsên civakî jî hene. "AA