Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê di bikaranîna kîsikên naylon de sepaneke nû dide destpêkirin. Li gorî biryara wezaretê dê her kîsikekî naylon ji sersalê û pê ve bi 25 qurûşan were firotin. Bi sepanê tê xwestin fêde bigihêje ekonomîya welêt û derdor û xweza qirêj nebin.
Kîsikên naylon ên ku li gelek dikan û marketan dema danûstandinê tên dayin, zerareke mezin didin siruştê.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo zerara ku naylon didin tebîetê kêm bibe sepaneke nû da destpêkirin.
Li gorî vê yekê wê ji sersalê û pê ve kîsikên naylon bi pere bên firotin.
Hem esnaf hem jî mişterî ji sepana nû razî ne.
Esnaf û xerîdar piştî vê biryarê dê girîngîyê bidin teserrûfê û berê xwe bidin alternatîfên nû.
Bi saya sepana wezaretê dê hem derdor paqijtir be hem jî dê îsraf neyê kirin.