Sepana "mecbûriyeta îbrazkirina testa PCRyê"

Sepana "mecbûriyeta îbrazkirina testa PCRyê" ya kesên ji dervayî welêt tên, li balafirgehan jî dest pê kir

Sepana "mecbûriyeta îbrazkirina testa PCRyê"

 Sepana "mecbûriyeta îbrazkirina testa PCRyê" ya kesên ji dervayî welêt tên, digel hemû deriyên hidûd ên li Türkiyeyê, li Balafirgeha Îstanbulê jî dan destpêkirin.

Sepan nîvê şevê dan destpêkirin û di çarçoveya sepanê da hemû rêwiyên ku bi balafirê ji dervayî welêt tên Türkiyeyê, li îstgehên derketinê di karên bilêt û bagajê da encamên testa xwe îbraz kirin.

Di daxuyaniya ku ji ser hesabê medyaya civakî ya THYê hat dayîn da wiha hat gotin: "Kesên ku ji dervayî welêt tên Türkiyeyê yan jî kesên ku wê ji ser Türkiyeyêherin welatekî din, ji 30ê berfanbara 2020î saet 00:00î pê va li gor regulasyona li Türkiyeyê divê herî zêde 72 saet berê testa PCRyê kiribe û encama wê ya negatîf îbraz bike. Seba rêwiyên ku binê şeş salan ra bin, mecbûriyeta îbrazê tuneye."

Li gor daxuyaniyê rêwiyên transît heke encama testa PCRyê îbraz nekin, wê nikaribin li balafirê siwar bibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE