Sepana poşetên naylon

Şaredariya Bismilê wê 50 hezar kîsikên bazarê belav bike

Sepana poşetên naylon

Li Tirkiyê her kesek salê 400 kîsikên naylon bi kar tîne. Ev jî zirareke mezin dide aborî û siruştê. Bi sala nû re êdî poşêt wê bi 25 qurişan bên firotan. Hemwelatî jî piştgiriyê didin vê sepana girîng. Şaredariya Bismila Diyarbekirê jî ji bo danûstendinê bi awayekî bê pere 50 hezar kîsikên potik li welatiyan belav dike.

Kîsikên naylon ên ku li gelek dikan û marketan tên dayîn zerareke mezin didin siruşt û aboriyê.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo zerara ku naylon didin tebîetê kêm bibe sepaneke taybet da destpêkirin.

Ji serê salê yanê ji sibê û pê ve êdî ew poşêt wê bi 25 qurişan bên firotin.

Şaredariya Bismila Amedê jî piştgiriyê dide sepana nû û welatiyan teşwîqî tûrikên pot dike.

Qeymeqam Süleyman Yüksel got “Em dixwazin kîsikên naylon di danûstendinê de neyên bikaranîn. Me heta niha 5 hezar tûrikên pot belav kiribûn, îro jî me 5 hezar dan gelê xwe. Di nava salê de bi tevahî em ê 50 hezar tûrikên bazarê bêpere belav bikin.”

Li navçeya Bismilê çalakiya, ‘Tûrikên potik bi kar bîne û siruştê biparêze’ hat lidarxistin.

Şaredarî, ji bo naylon di danûstandinê de neyên bikaranîn 50 hezar tûrikên potik û torbeyên kaxiz bêpere belav dike.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 13:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE