Şerê çekdarî yê di navbera malbatan de: 54 birîndar

Li Bişêriya Batmanê di encama şerê çekdarî yê di navbera malbatan de 54 kes birîndar bûn

Şerê çekdarî yê di navbera malbatan de: 54 birîndar

Li Bişêriya navçeya Batmanê di navbera 7 malbatan de şerekî çekdarî derket 5 ji wan giran bi giştî 54 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku duh saet derdora 18.00an de li gundê Yontukyaziya girêdayî Bişêriyê ya navçeya Batmanê di navbera 7 malbatan de ku berê dijmindarî di nava wan de hebû, şer derket. Di şerê ku tê de bi çek, dar û kevir hatin bikaranîn de, 2 ji wan bi çekên agirîn, 1 bi kêrê, êdin bi dar û kevir û kulman, bi giştî 54 kes birîndar bûn. Rewşa 5 birîndaran giran e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Cendirmeyê midaxeleyî bûyerê kir û li gund tedbîrên ewlekariyê şidandin. Rewş nuha di bin kontrolê de ye."

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku li derdora nexweşxaneyên li Batmanê jî tedbîrên ewlekariyê hatine şidandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE