Bi piştgiriyê dewletê bû xwediyê karê xwe. Ümit Şahin serî li KOSGEB’ê da û ji bo kargeha tekstîlê 100 hezar lîre piştgirî wergirt.
Li cem xwe 50 kesî dixebitîne.
Lê dema ji zanîngehê mezûn bûbû di destê wî de tiştek tunebû.
Ümit Şahinê Mûşî, di ciwaniya xwe de bû xwediyê kar û kargeha xwe.
Serî li KOSGEB’ê da û ji bo vekirina kargeha tekstîlê 100 hezar lire piştgirî wergirt.
Niha him debara xwe ji vê kargehê dike him jî li cem xwe kesên din îstihdam dike.