Serê salê 317 hezar û 121 polês û cendirme wê ji bo ewlehiyê bixebitin

Di çarçoveya tevdîrên serê salê da li hemû welêt 317 hezar û 121 xebatkarên cendirmeyan û hêzên ewlehiyê ji bo pêkanîna ewlehiyê wê li qadê bin.

Serê salê 317 hezar û 121 polês û cendirme wê ji bo ewlehiyê bixebitin

Di çarçoveya tevdîrên serê salê da li hemû welêt 317 hezar û 121 xebatkarên cendirmeyan û hêzên ewlehiyê ji bo pêkanîna ewlehiyê wê li qadê bin.

Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist Wezareta Karên Navxweyî ji bo ku serê salê welatî di nav aramî û ewlehiyê da bin tevdîrên ewlehiyê zêde kir.

Di vê çarçoveyê da jê 233 hezar û 723 ji ewlekariyê, jê 83 hezar û 398 ji cendirmeyan tevahî 317 hezar û 121 personel wê wezîfeyê bikin.

Ji 716 wesayîtên ji esman û behrê kontrol wê bên kirin. Ji bilî vê 650 kuçikên dedektor jî wê bên bikaranîn.

Li Stenbolê tevdîrên ewlehiyê wê gelekî bên zêdekirin. Di vê çarçoveyê da ji ber serê salê li Stenbolê jê 8 wesayîtên esman û behrê, hezar û 858 tîmên motorîze, 60 hezar û 716 personel wê wezîfeyê bikin.

- Ji 81 bajaran ra giştîname hat şandin

Wezareta Karên Navxweyî ji 81 bajaran ra giştînameye mijara wê "Tevdîrên Serê Salê" ye û ji hêla Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va hatiye îmzekirin şand.

Li gor giştînameyê li navendên danûstendinê, balafirgeh, termînalên otobêsan, garên trenan, bazaran, cihên umûmî tevdîr wê bên zêdekirin û dewriye wê bên avêtin.

Li cihê turîzma zivistanê zêde ye û li ser xeta trenê ya Dogu Expressê ewlehî wê bê parastin.

Biyaniyên bê pasaport û bê belge yên şûna pasaportê tên bikaranîn digerîn jî wê ji Midûriyetên Koçê yên Bajaran ra bên gilîkirin.

Ji saet 21.00an şûn da li ser rêyan kontrolên trafîkê wê bên zêdekirin.

Piştî saet 00.00an kontrola alkolê wê bi baldarî bê kirin ku şofêr wisa wesayîtan nejon.

Xetên telefonê "112", "155, 156 û 159" wê ji bo welatiyan vekirî bin ku ji wan agahî bên hildan an jî gilî bên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE