Ser û pê û hinavên heywanan li herêmê û bi taybetî jî li Amedê weke xwarinên bi nav û deng tên naskirin û gelekî tên xwarin. Ji ser û pê û hinavên heywanan gelek xwarinên ji hev bitahmtir tên çêkirin. Tiştekî heywanan nayê avêtin û hemû dibin xwarinên ji hev xweştir û bi îştaheke mezin tên xwarin.
Li Dîyarbekirê li bazara ser û pî û hûr û rêvîyan hemû hinav û ser û pîyên heywanên mezin û yên biçûk, peyda dibin.
Li vê bazarê ji ser û piyan bigirin heta bi hûr û rêvî û dil û gurçikan li ser destgehên qeseban tên firotin.
Xelk van xwarinan ji ser sofreyên xwe kêm nake û gelekî jê hez dike.
Tiştekî van heywanan naçe çopê û li mal û xwarinxaneyan her yek li gorî taybetîya xwe dibe xwarinên ji hev bitahmtir.
Berîya bibin xwarin bi rêbazên taybet tên paqijkirin û kelandin û paşê jî ji bo xwarinan tên amadekirin.
Ji kebab, ceger û tantûnîyê bigirin heta bi tirşik û şorbeyê gelek xwarinên cuda ji van malzemeyan tên çêkirin.
Ev hemû xwarinên ku ji van malzemeyan tên çêkirin di mehên zivistanê de bêtir tên tercîhkirin û di mehên sermayê de mihafezaya wan malzemeyan jî hêsantir e.