Şerafettin Elçi hat bibîranîn

Di 6. salvegera wefada xwe de Şerafettin Elçi hat bibîranîn...

Şerafettin Elçi hat bibîranîn

Wezîrê Berê Şerafettîn Elçî di 6emîn salvegera wefada xwe de li ser goristana xwe hat bibîranîn. ji bo xatirê elçî li mizgefta mezin ya cizîrê mevlûd hat xwendin.

Wezîrê Berê Şerafettîn Elçî ji ber pençeşêrê, di 2012an de wefad kiribû.

Elçî di 6emîn salvegera wefada xwe de ji aliyê hemşeriyên xwe ve hat bibîranîn.

Li Mizgefta Mezin a Cizîra Şirnexê mevlûd hat xwendin, dia hat kirin. Dû re gel çû ser goristana Elçî.

Siyasetmedar, aqilmend, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî di bîranînê de amade bûn.

Şerafettîn Elçî di 1938an de hatibû dinê û di 1978an de bûb wezîr.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE