Seraya bi enerjiya avgermkê

Li Çaldêranê di nav sir û seqemê de li serayekê çandiniya frengiyan tê kirin.

Seraya bi enerjiya avgermkê

Li Çaldêrana Wanê bi enerjiya avgermê, di serayê de çandiniya sorikan (frengiyan) tê kirin. Rêvebirên serayê dibêjin ku em salê hezar û 500 ton berên bacanên sor berhev dikin. Her wiha di serayê de 40 kes tên îstihdamkirin.

Her der ji ber berfê fîq spî ye. Lê di nava berfê de serayeke gelek mezin û modern heye.

Ev sera, li Çaldêrana Wanê ne. Sera beriya 7 salan bi piştgiriya dewletê hat avakirin.

Taybetiya serayê jî ew e ku bi enerjiya avgermê tê germkirin.

Ava germ bi boriyan tê nava serayê û di serayê de çandiniya bêax tê kirin.

Rêvebirên serayê dibêjin ku em salê hezar û 500 ton bacanên sor hildiberînin.

Di serayê de him 40 kes tên îstihdamkirin, him jî xwendekarên zîraetê tê de staja xwe dikin.

Frengiyên vê serayê him dişînin bajarên li herêmê, him jî bajarên mezin.

Her wiha li aliyekî serayê jî xiyar û bîber hatine çandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE