Li deşta Harranê ya Şanlıurfayê gelek sera hene ku piraniya xebatkarên wan serayan jî jin in. Ji bo ku jin çêtır vî karî dikin karsaz jinan tercîh dikin û ew jî bı vî awayî debara xwe pê dikin.
Para jinan a di aboriya herêmê de her ku diçe mezin dibe.
Li Şanlıurfayê jinên ku di serayan de dixebitin him para wan a di hilberînê de zêde dibe him jî alîkariya aboriyê didin malên xwe.
Bi saya ku jin baldartir in karsaz di serayên bacan, îsot û zebzeyên din de jinan tercîh dikin.
Li vê seraya li ser 500 dekarî 350 jin dixebitin. Jin li bajarê xwe îstihdam dibin û naçin nabin xebatkarên demsalî yên bajarên din.
Li Şanlıurfayê zivistanê jî hilberîn dewam dibe. Bi saya serayan zebze û fêkiyên havînê bi hêsanî şîn dibin.