Şaredariya Payîzavaya Wanê ji bo xelkê sebze û fêkiyên erzan diçîne. Şaredarî berhemên ku ji 6 serayên xwe berhev dike, bi bihayekî erzan difiroşe xelkê navçeyê.
Şaredariya Payîzavaya Wanê sebze û fêkiyan erzan difiroşe gelê navçeyê.
Şaredariyê ji bo vê 6 sara ava kirine.
Sebze û fêkiyên ku di van serayan de çêdibin, pişt re bi fiyateke maqûl û erzan li bajêr tên firotin.
Midûrê Park û Bexçeyan Mustafa Ayşin dibêje: “Armanca me ne tîcaret e, em dixwazin xelkê me zebze û fêkiyan erzan bixwin.”