Şerîda ewlehiyê ya li ser riyan

Ji bo mudaxaleya rewşeke lezgîn divê ajokar bela sebep nekevin wê riyê 

Şerîda ewlehiyê ya li ser riyan

ji bo ewlehiya li ser riyan divê ajokar û peya li gorî rêzikan tevbigerin.Gelo divê şerîda ewlehiyê kengî were bikaranîn? dema ajajorek bêsebep vê şerîdê îxlal bike cezayê wê çi ye? hûrgilî di nûçeya me de ne 

Li şerîda ewlehiyê park dikin... 

Gava lambaya sor pê dikeve, li ser şerîda ewlehiyê disekinin... 

Rê teng dibe an jî riyê digirin û wesaîtên ku dikarin bêlamba bizivirin, nikarin di riya xwe de herin. 

Li gelek riyên Enqerê, ji ber ajokarên ku guh nadin rêzika şerîda ewlehiyê trafîk, li ser riyan wiha rageşî derdikeve. 

Gelo şerîda ewlehiyê çi ye û divê kengî were bikaranîn. 

Gava wesaît arîzeyê bikin, ajokar dikarin wesaîtên xwe bikşînin şerîda ewlehiyê da ku trafîk nesekine. 

Dema rêzikên trafîkê tên binpêkirin welatî dikarin 24 saetan li 112ê bigerin an jî ji ser malpera Midûriya Ewlekariyê wan gilî bikin. 

Cezayê ajokarên ku bêsebeb vê şerîdê binpê dikin jî hezar û 823 lîre ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE