Serdana Feyzioğlu ya Agiriyê

Feyzioğlu Dibistana gundê Girêkolê ziyaret kir û diyarî dan zarokan

Serdana Feyzioğlu ya Agiriyê

Metin Feyziogluyê Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê ji bo hin hevdîtinan hat Agiriyê.

Feyzîoglu çû serdana gundê Girêkolê ku 15 kîlometre nêzî navenda Agiriyê ye. Feyzîoglu cil û bergên zivistanê û hin diyarî li xwedekarên gund belav kirin.

Feyzîoglu derbarê xebatên reforma darazê de jî agahî da û got. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan dixebitin.

Feyzîoglu got “di pergala me ya darazê de hin kêmasî û pirsgirêk hene. Em jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dixebitin. Armanca me ev e. Gotinên din spekûlasyon in. Em ê guh nedin van gotinan û ji bo pêşxistina pergala darazê bênavber biıxebitin.”

Serokê Yekîtiya Baroyan derbarê ambargoyên Emerîkayê yên li ser wezîran de jî axivî û got tu qîmeta vê biryarê tune ye.

Feyzîoglu wiha dewam kir: ‘’Derbarê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak de biryara ambargoyê hat dayîn. Tu qîmeta vê biryarê tune. Ev biryareke siyasî ye.”

Metîn Feyzîoglu piştgirî da Operasyona Kaniya Aştiyê û got Tirkiye ji bo ewlehiya sînorên xwe oprasyonê dike.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 12:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE