Serdana qasidên biratiyê

Ji bo biratiyeke mayinde ji İstanbulê derketin rê û li herêmê digerin...

Serdana qasidên biratiyê

56 alimên ku ji Stenbolê derketin rê, dixwazin biratiya kurd û tirkan xurt bibe. Seydayên tirk piştî ku li bajarên Riha, Amed û Sêrtê geriyan vê carê jî çûn Norşêna Bidlîsê. qasidan li norşînê serdana alim û rûspiyên herêmê kirin. paşê jî derbasî batmanê bûn û çûn ser pir mala badê…

Komelaya Yekîtiya Wezîfedarên Dîn (DİN-BİR-DER’ê) ji bo xurtbûna biratî û yekîtiya kurd û tirkan dest bi projeya “Pira Biratiyê” kirin.

Seyda û alimên ku ji Stenbolê derketin rê, li bajarên herêmê digerin.

Di çarçoveya vê projeyê de alim û seyda derketin rê, di roja sisiyan de çûn serdana Norşînê û Oxîna Bidlîsê.

Alim ewil bi seyda û rûspiyên herêmê re hatin ba hev û paşê bi hev re îstişare kirin.

Paşê jî derbasî Batmanê bûn û li ser pira dîrokî ya bi navê Mala Badê wene xwe girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE