Serdana Wezîr Akar û Sererkan Guler a ji bo Libyayê

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar û Sererkan Orgeneral Guler ji bona lêkolînkirina xebatên ji ber muxtiraya mutebeqeta tên kirin çûn Lîbyayê.

Serdana Wezîr Akar û Sererkan Guler a ji bo Libyayê

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî û Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan di çarçoveya Mixtiraya Mitebeqata Hevkariya Eskerî û Ewlekariyê da ji bo xebatan li cî bibînin hatin Trablusa paytextê Lîbyayê.

Ji bo Akarê Wezîr û Gulerê Sererkan li Balafirgeha Mitîgayê merasim hat lidarxistin.

Selaheddîn Ebdilah Nemruşê Alîkarê Wezîrê Parastina Lîbyayê, Korgeneral Mihemed Şerîfê Sererkanê Libyayê, Ebdilhakim Ebuhalîayê Fermandarê Hêzên Behrê û Serhat Aksenê Balyozê Trablusê yê Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiye û Lîbyayê di merasima pêşwaziyê da amade bûn. Akar selam da yekeya merasimê.

Piştî merasimê Wezîr Akar û Sererkan Guler çûn Fermandariya Şêwira Alîkarî, Perwerde û Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya di çarçoveya mitebeqatê da hatibû avakirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE