Komek xwendekarên ji Enqerê çûn serdana Silopiya Şirnexê. Koma xwendekaran çû beldeya Bespînê, li ser goristana şehîdan dia kirin. Xwendekaran got ku bi mêvandarî û eleqeya gelê herêmê fikra wan guhariye û baştir bûye.
Di çarçoveya projeya “Em hemû Anadolu ne” 37 xwendekar û 4 mamosteyên Îmam Xetîba Keçiörena Enqerê çûn serdana Silopiya Şirnexê.
Xwendekar li bajêr li şûnûwarên dîrokî geriyan û li ber qûntara çiyayê Cûdiyê li ser goristana şehîdan dia kirin.
Ligel vê yekê xwendekar bûn 3 kom û çûn serdana malbatên şehîdan.
Xwendekarên ji Enqerê li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê wêne kişandin.