Serdana xwendekarên astengdar

Xwendekarên astengdar çûn serdana Lîseya Anadoluyê ya Şehit Ali Öztürk...

Serdana xwendekarên astengdar

Xwendekarên dibistana astengdaran a Siwêregê çûn serdana Lîseya Anadoluyê ya Şehît Alî Öztürk. Xwendekarên lîseyê zarokên astengdar li ber deriyê dibistanê pêşwazî kirin.

Lîseya Anadoluyê ya Şehit Ali Öztürk ji bona 3ê Kanûnê Roja Astengdaran çûbûn serdana Dibistana Astengdaran a Siwêregê.

Xwendekarên Dibistana Astengdaran jî çûn serdana Lîseya Anadoluyê. Zarokên astengdar nameyên ku nivîsandibûn dan xwendekarên lîseyê.

Xwendekaran bi hev re lîstikên cur bi cur lîstin. Zarokên astengdar li dibistanê geriyan û têra dilê xwe kêf kirin...

Zarokan bi hev re şîranî xwarin û piştî serdanê zarok hatin oxirkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE