Bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî diçin navçeya kevnar
Midyada Mardinê bi kilîse, qesr û qonaxên dîrokî navdar e. Her sal bi hezaran turîstên biyanî û xwecihî diçin navçeyê…
Dêr, mizgeft, qonaxên ji hev xweştir û kevnar…
Midyada Mêrdînê bi van avahiyên kevirîn bûye delaliya bajarên herêmê…
Navçe bi dîrok û çanda xwe gelekî bi nav û deng e.
Her sal bi hezaran turîst berê xwe dide navçeyê, cihên dîrokî û kevnar ziyaret dikin.
Niha kûçe û kolanên navçeyê bi turîstan tijî ne.