Serdozgeriya Komarî ya Yargitayê fikra xwe ya di doza girtina HDPê de pêşkêş kir

Serdozgeriya Komarî ya Yargitayê fikra xwe ya di doza girtina HDPê de pêşkêş kir

Serdozgerê Komarî yê Yargitayê Bekir Şahîn ji bo doza ku bi mebesta girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû vekirin fikra xwe pêşkêş kir.

Serdozger Şahîn piştî ku HDPê parastina xwe ya pêşekî da Dadgeha Bilind, dîtina xwe ya derbarê dozê de temam kir.

Şahînê ku fikra xwe ya derbarê esasê pêşkêşî dadgehê kir, dîtinên xwe yên di îdîanemyê de û daxwaza xwe ya ji bo girtina HDPê dubare kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Serdozgeriyê de wiha hat gotin:

"Derbarê doza ku bi mebesta ji kokê ve girtina HDPê hatibû vekirin, bi puxteyî xwest ku daxwaz û îtîraza partiya ku doz lê hatiyê vekirin bê red kirin. HDPya ku hat fêmkirin bûye navenda çalakiyên li dijî yekparçeyiya ax û gelê vê dewletê, ji kokê ve were girtin. Herwiha ew kesên ku di îdianameyê de bi awayekî vekirî nasname û endamtiya wan digel wezîfeyên ên di wê partiyê de hat destnîşankirin, piştî weşandina biryara derbarê ji kokê girtina partiyê di Rojnameya Fermî de, biryar bê dayîn heta 5 salan nikaribin bibin avakar, rêveber, teftîşkar û endamê parityeke din a siyasî. Me ev dîtina xwe pêşkêşî Dadgeha Esasî kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE