Sererkaniya Ukraynayê xisara artêşa Ûris daxuyand

Ukrayna: Artêşa Ûris 29 hezar û 50 eskerên xwe, 1285 tankên xwe da der

Sererkaniya Ukraynayê xisara artêşa Ûris daxuyand

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 200 eskerên xwe da kuştin û bi van eskeran va artêşa Ûris 29 hezar û 50 eskerên da kuştin.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 22yê gulanê da eşkere kir.

Sererkaniyê daxuyand, artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 200 eskerên xwe da kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 29 hezar û 50 esker hatin kuştin, 204 balafir, 170 firoke û 1285 tank, 3 hezar û 141 wesayîtên bizirx, 599 top, 201 pergalên roketavêj û 93 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 2194 wesayît, 13 keştî û kelekên kêmlez, 470 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin. 107 moşekên seyrê yên ku Ûrisan avêtin jî ji aliyê yekîneyên parastina esmanî va hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE