Berfê li seranserê herêmê kir. Li Serhedê ji ber berfa zêde riyên gelek gundan hatin girtin. Li hin deveran berf heya 5 metreyan bilind bû. Wekî her carê zarokan guh neda zehmetiyên wê û têra dilê xwe pê kêf kirin….
Seranserê herêmê bi berfa zêde û gur çil spî bû…
Xebatkarên şaredariyê niha ji bo riyan vekin bênavber dixebitin.
Li Entabê du salan carekê berf dibare û hemû xelkê bajêr pê kêfxweş dibe.
Zivistanên Meletiyê germ derbas dibin lê îsal li wir jî berf bariya.
Li Midyada qedîm jî Midyadî derketin û di bin berfê bêhna xwe derxistin.
Li Xelat û Tetwanê jî berfeke gur barî, dibistanên gundan rojekê hatin girtin.
Li Colemerêgê jî berfek zêde bariya welatî him pê kêfxweş didin him jî zehmetiyan dikişînin.