Serjimara Türkiyeyê ji 84 milyon û 680 hezarî derbas bû

Saziya Îstatîstikên Türkiyeyê (TUÎK) "Encama Sîstema Serjimara Li Navnîşanê ya 2021ê" eşkere kir.

Serjimara Türkiyeyê ji 84 milyon û 680 hezarî derbas bû

Serjimara Türkiyeyê di sala 2021ê da li gor sala beriya xwe milyonek û 65 hezar û 911 zêde bû û derket 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Saziya Îstatîstikên Türkiyeyê (TUÎK) "Encama Sîstema Serjimara Li Navnîşanê ya 2021ê" eşkere kir.

Li gor vê ji sala 2020î pê va serjimara welêt 83 milyon û 614 hezar û 362 bû, di sala 2021ê da serjimar milyonek û 65 hezar û 911 zêde bû bû derket 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Rêjeya serjimara mêran ji sedî 50,01 (42 milyon û 428 hezar û 101 kes) serjimara jinan jî ji sedî 49,9 (42 milyon û 252 hezar û 172 kes) hat qeydkirin.

Leza zêdebûna serjimarê ya salane di sala 2020î da ji hezarî 5,5 bû, di sala 2021ê da zêde bû derekete ji hezarî 12,7.

Di sala 2020î da rêjeya kesên li navenda bajar û navçeyan rûdinin ji sedî 93 bû ev di sala 2021ê da bû ji sedî 93,2.

Rêjeya kesên li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7an daket ji sedî 6,8an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE