Serkeftina xwendekarên siirtî

9 xwendekarên keç di beşa robotên mekanîk de xelat wergirtin

Serkeftina xwendekarên siirtî

Keçên sêrtî di çavdêriya mamosteyên xwe de robot çêkirin. Bi wê robota xwe jî di pêşbaziya amûrên robotîk de xelat girtin.

9 xwendekarên Sêrtî yên ji Lîseya Anadoluyê ya 14 Eylülê, li ser çêkirina robotan dixebitin.

Robotên wan li gorî dîrektîfan tiştan ji cihekî dibin cihekî din.

Keçên Sêrtî bi vê robota xwe beşdarî Pêşbaziya Amûrên Robotîk a Komeleya Qehremanên Zanîstî bûn û di beşa sêwirandina mekanîk de xelat wergitin.

Xwendekar û mamosteya wan a ku alîkarî daye wan, gelek kêfxweş in û ji bo robota xwe pêşvetir bibin dixebitin.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE