Serlêdana ji bo YKS’ê îro xilas dibe

Xwendekar dikarin îro heta saet 23:59an serlêdanê bikin.

Serlêdana ji bo YKS’ê îro xilas dibe

Pêvajoya serlêdana ezmûna têketina zanîngehan xilas dibe. Pêvajoya serlêdanê îro di saet 11 û 59ê şevê de xilas dibe. Xwendekar, divê heta 4ê adarê heqê ezmûnê razînîn.

Xwendekarên ku cara ewil dikevin YKS’ê, dikarin biçin navendên osym’yê û li wan deran serî li ezmûnê bidin.

Xwendekarên ku beriya niha ketine ezmûnê jî dikarin li ser înternetê bi şîfreya xwe ya bere serî lê bidin.

Ji bo ketina ezmûnê divê xwendekar 70 lîreyan razînin.

Serlêdana dereng jî wê di 18 û 19ê Adarê de be.

Xwendekarên ku dereng serî li ezmûnê didin divê ji bo her ezmûnê 105 lîre pere razînin.

Ezmûna YKS’ê wê di 21 û 22 Hezîranê de be.

Dîroka nûkirinê: 03 Adar 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE