Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokomariyê daxuyand di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da serlêdanên ji bo "Belgeya Destûra Seyahatê" tên kirin wê li ser e-Devletê bikaribin bên kirin.
Li gor daxuyaniya ofîsê welatî wê bikaribin li ser e-Devletê serî ji bo bidestxistina "Belgeya Destûra Seyahatê" bidin.
Serlêdana welatiyan wê bigîhîje Lijneya Şopandina Seyahatê û ewê li wir bê nirxandin.
Piştî nirxandinê lijne wê bi peyameke SMSê va encamê ji kesên serî lê da ne ra eşkere bike.
Kesên serlêdanên wan hatin qebûlkirin wê bi nimeroya welatiyê va li otogar û balafirgehan serî li maseyên serlêdanê bidin, piştî ku belgeya wan hat pesendkirin ewê bê qebûlkirin.
AA