Sermaya zêde her tiştî diqerisîne

Li Karsê xeta şebekeya avê jî cemed girt

Sermaya zêde her tiştî diqerisîne

Li herêmê ji ber sir û sermaya zêde jiyan gelekî zor û zehmet dibe. Lewra li hin deran heta xeta şebekeya avê jî diqerise û ew jî kêmasiya avê derdixe holê.

Li gundê Haciveli yê Karsê boriyên ava vexwarinê cemed girtin.

Ji berê ve welatî ji bo ku ava wan cemed negire li dora boriyan îzolasyonê dikin.

Yên ku nekirine jî dikevin nav tengasiyeke mezin.

Mehmet Maldar yek ji wan mexdûran e.

Ji bo ku boriyên qerisî veke tevahiya rojê sergîn şewitandin.

Lê çi kir nekir av venebû.

Niha Maldar wê heta ku hewa germ bibe avê ji cînaran bigire.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE