Li Gazîentabê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da Serokê Bajêr ê Gazîentabê yê HDPyê Muslum Kiliç hat binçavkirin.
Tîmên Teror, Îstixbarat, Asayîş û Tevgera Taybet ên Midûriya Ewlehiya Bajêr bi piştgiriya firoke û ÎHAyan li Serokatiya Bajêr a Gazîentabê ya HDPyê û Serokatiya Navçeyê ya Şehîtkamîlê operasyoneke hevdem kirin.
Tîman li avahiyan lêgerîn kirin, gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal bi dest xistin.
Di operasyonê da Serokê Bajêr ê Gazîentabê yê HDPyê Muslum Kiliç jî di nav da gelek şikbar hatin binçavkirin.
AA