Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê Uzun hat binçavkirin

Hat ragihandin ku Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê Sabrî Uzun ji ber sûcên "Heqaret li Serokomar kir, propagandaya rêxistina terorê kir û alîkarî da rêxistinê" hat binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Midûriya Giştî ya Emniyetê yê berê Uzun ji ber sûcê "Heqaret li Serokomar kir, propagandaya rêxistina terorê kir û alîkarî da rêxistinê" ji aliyê ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Sûcên Organîze ya Midûrdiya Emniyeta Enqereyê va hat binçavkirin û li emniyetê dayîna wî ya îfadeyê didome.

Hat gotin ku Uzun li mala wî hat binçavkirin.

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE