Serok Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser BÎP û Telegramê weşand

"Pêşniyaziya min a herî mezin ewe ku dawiya we ya heftê bi hizûr û kêfxweşiyê derbas bibe. Emê îro ji Îstanbulê bi Manîsayê ra weşaneke zindî çêbikin. Bername piştî nîvrojê saet di 14.00an da wê dest pê bike û em ê projeya vejen û çavkaniya siruştî ya li Manîsayê hat temamkirin, vekin.

Serok Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser BÎP û Telegramê weşand

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bernameya xwe ya îro ji ser BÎP û Telegram a sepanên medyaya civakî weşand.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da got: "Roj baş birakên min ên ezîz" û wiha domand:

"Pêşniyaziya min a herî mezin ewe ku dawiya we ya heftê bi hizûr û kêfxweşiyê derbas bibe. Emê îro ji Îstanbulê bi Manîsayê ra weşaneke zindî çêbikin. Bername piştî nîvrojê saet di 14.00an da wê dest pê bike û em ê projeya vejen û çavkaniya siruştî ya li Manîsayê hat temamkirin, vekin.

Di demeke wiha ya krîtîk a ku ji xalên herî girîng ên rojeva dinyayê yek mijara vejenê ye da ev veberhênan înşellah wê hêzê li qeweta me zêde bike. Ji bo Tirkiye zêdetir mezin bibe û awayek serbixwe û pêşketî ber bi rojên pêş va bimeşe em ê bi hemû hêz û qeweta xwe bixebitin. Ez silavên xwe yên ji dil û can ji we ra dişînim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE