Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî nimêja cinazeyê Mehmet Nîmet Kaya bû. Kaya Serokê Komeleya Tilloyiyên li Stenbolê bû û di qezaya trafîkê da can dabû.
Ji bo Kayayê ku bavê Ridvan Kayayê Serokê Giştî yê Ozgur-Derê ye li Mizgefta Fatîhê nimêja cinaze hat kirin û li wê derê miletê sersaxî da ewladên wî Ridvan û Omer Kaya, qîzên wî Nafiye Zeynep Arslan û Emîne Aydin û neviyên wî.
Tevlî Serokomar Erdogan, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrep Kasapoglu, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, gelek parlementer, rayedarên dewletê, endamên partiyan, nas û dostên wî beşdarî nimêja cinaze bûn.
Serokomar Erdogan di axaftina li vê derê kir da got ku ew Kaya ji heyama Unkapaniyê nas dike û wiha domand: "Wê demê ez jî di qada xwarin û xurekê da dixebitîm û kekê Hecî Nîmet jî di qada xurekê da bi komî xurek difirot. Ji wê derê em hev nas dikin û camêrekî baş bû û ji wê demê va me nasiya xwe domand."
Cinazeyê Kaya ji bo definkirinê şandinTilloya navçeya Sêrtê.
AA