Serok Erdogan bi ciwanan ra civiya

Serok Erdogan bi ciwanan ra civiya

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi ciwanan ra hat ba hev.

Erdogan di çarçoveya temasên li Diyarbekirê da piştî merasima vekirina komî ya tesîsên hatin temamkirin derbasî Îçqeleya Sûrê bû.

Erdogan li vê derê bi ciwanan ra hat ba hev û diyar kir ku ciwanê bi navê Yusuf Ozkiliç di sohbeteke li Enqereyê da gazî Diyaberkirê kir û li ser vê îro hatin ba hev.

Erdogan got ku Ozkiliç ew îqna kir.

Serok Erdogan destnîşan kir ku ciwana navê Humeyra jî gazî Qehremanmaraşê kir û wî jî wekî bersiv got "Çima nebe".

Erdogan ji ciwana ra got "Gelo hûn çi dibêjin ji bo Qehremanmaraşê?" û mijar da raykirin. Ciwanan fikra erênî beyan kirin li ser vê Erdogan got, "Bi îtifaqê hat qebûlkirin" û wiha pê da çû: "Demildest amadehî werin kirin, li Qehremanmaraşê jî roja helbestan were lidarxistin lewra Qehremanmaraş warê helbestvanan e."

Erdogan li ser têlafonê bi Hayrettîn Gungorê Şaredarê Bajarê Mezin ê Qehremanmaraşê ra axivî û got, "Amadehiyan bide destpêkirin û tê ciwanên me li hemû xweşikahiyên Qehremanmaraşê bigerînî, ji wê şûnda înşaellah ez ê jî beşdar bibim û em ê li wê derê werin ba hev."

Erdogan ji ciwanan ra sipas kir û got, "Înşaellah em ê hevdîtina xwe ya duduyan li Qehremanmaraşê bikin."

Ciwanên ji bo hevdîtinên din jî navê bajaran gotin li ser vê Erdogan got heke were kirin ew ê hevdîtina 3yan li Samsunê bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir ku hevdîtinên ciwanan ew ê li pey hev dewam bikin û wiha pê da çû: "Wekî mayîn em nikarin Gazîentabê li aliyekî bihêlin, Gazîentab jî heye. Em niha li bajarên mezin li pey hev bidomînin paşê jî derbasî bajarên din bibin."

Erdogan got hema "Hûn ciwan bêjin em amade ne, temam e" û wiha pê da çû: "Ez her tim amade me hema hûn jî amade bin. Em vê pêvajoyê jî bi vî awayî bidomînin."

Erdogan qasî demekê bi ciwanan ra axivî hin stran û kilamên herêmî yên ciwanan gotin guhdarî kir. Gulşen Orhana Serşêwirmenda Serokomariyê jî bi Tirkî û Kurdî stran got.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE