Serok Erdogan bi Merkel re axivî

Serok Erdogan bi rêya vîdeokonferansê digel Şansolyeya Almanyayê Merkelê axivî

Serok Erdogan bi Merkel re axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan beriya 7emîn Kongereya Mezin a Asayî ya AK Partiyê bi rêya vîdeokonferansê digel Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê di peywendiya Erdogan-Merkelê de, mijarên weke geşepêdana têkiliyên Tirkiye-Almanya û Tirkiyeyê-YEyê hatin gotûbêjkirin.

Erdogan destnîşan kir ku rengvedanên erênî yên derxistina pêş a diyalogê di têkiliyên Tirkiye-YEyê de bihevre dîtine, herwiha di wê baweriyê de ye ku rola piştevaniya Merkelê di pêkhatina vê atmosferê de giring e.

Erdogan bal kişand ser rojanekirina Mitabeqeta 18ê Adarê, serbestiya vîzeyê, rojanekirina Yekîtiya Gumrukê û vekirina fesla mizakereyê û destnîşan kir ku pêdivê ew bi awayekî pêkveyî bên kirin.

Serok Erdogan got ku ji bo berdewamiya diyalogê li Ege û Rojhilatê Deryaya Spî, bi awayekî berhemdar, pêdivî handana Yûnanistanê bê kirin.

Angela Merkelê di peywendiyê de bi boneya 7emîn Kongereya Mezin a Asayî ya AK Partiyê pîrozbahî li Serok Erdogan kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE