Alîgirên rêxistina terorî PKKê li Londraya paytextê Ingilistanê êrîşî ofîsa TRT Worldê kirin. Piştî bûyerê siyasiyan bertek nîşanî êrîşê da.
Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo êrîşê li Serokê Lijneya Rêvebiriya TRTê û Midûrê Giştî İbrahim Eren geriya.
Serok Erdoğan di telefonê de jê agahî girt; ji bo Îbrahîm Eren û xebatkarên TRTê got derbasî be.
Li paytextê Îngilistanê Londrayê 50 alîgirên rêxistina terorî di destê wan de aleyên rêxistinê û wêneyên serkêşê rêxistina terorî hewl dan ku têkevin ofîsa TRT Worldê.
Ewilî wezîfedarên ewlehiyê mudaxaleyî komê kirin.
Piştî ku Sefareta Londrayê ya Tirkiyê dest avêt meseleyê polîsên Îngilistanê li derdora avahiyê tevdîr girt.
Piştî seatekê hin ji wan ji avahiyê derketin.
Alîgirên di hundir de man êrîşî derdorê kirin.
Dûv re ji avahiyê derketin.
Piştî êrîşa qirêj a aligirên terorê, polîsên Îngilistanê tu kes binçav nekir.