Serok Erdoğan bi parlamenteran re civiya

Serok Erdoğan bi parlamenteran re li ser rojevê axivî...

Serok Erdoğan bi parlamenteran re civiya

Di AK Partiyê de pêvajoya nirxandinê dewam dike. Serok Erdoğan û parlamenterên AK partiyî ev cara 3emîn e dicivin.

Piştî nirxandinên li Enqere û Stenbolê, li navenda Giştî ya AK Partiyê civîna 3emîn dest pê kir.

Di rojevê de meseleyên polîtîkaya derve û navxweyî hene.

Serok Erdoğan guh dide ser pirsgirêk û daxwazên parlamenteran.

Derbarê xebatên hilbijartinê de ji parlamenterên AK partiyî agahiyan distîne.

Sibê civîna dawî ya nirxandinê wê dîsa li navenda Giştî ya AK Partiyê bê kirin.

Tê payîn; piştî civîna dawî jî Lijneya Qirar û Rêvebiriyê ya Navendî -MKYK bi serokatiya Serok Erdoğan bicive.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE