Serok Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiya Erdogan û Pûtîn de meseleya Azerbaycan-Eremneistanê digel rewşa li Sûriye û Libyayê hat nirxandin.
Serok Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku Türkiye dixwaze mesele (Qerebax) bigihije çareseriyeke mayinde.
Erdogan ji Pûtîn re got ku çi statuya Türkiyeyê di nava Koma Mînskê de çi jî di çarçoveya têkiliyên dualî de dixwaze meseleya Azerbaycan-Ermenistanê bigihije çareseriyeke mayinde.
AA