Serok Erdogan bi rêya telekonferansê digel Merkel re axivî

Serokomar Erdogan, bi rêya telekonferansê digel Merkela Şansolyeya Almanyayê axivî.

Serok Erdogan bi rêya telekonferansê digel Merkel re axivî

Serok Recep Tayyip Erdogan, bi rêya telekonferansê dîdarek digel Şansolyeya Almanyayê Angela Merkelê li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, di dîdarê de di serî de pêşhatên li rojhilatê Deryaya Spî, meseleyên herêmî û têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di peywendiyê de destnîşan kir ku piştevaniya helwesta egoîst û neheq a Yewnanistanê ji aliyê hinek welatan ve, nayê qebûlkirin.

Serok Erdogan anî ziman ku Yewnanistan û beşa Rûmê digel welatên piştevanên xwe, gavên wisa diavêjin ku dibin sedema bêçareserî û aloziyê.

Erdogan ji ber ku Merkel hewla çareseriyê derbarê wan gavên bi pirsgirêk yên Yewnanistanê û welatên piştevanên wê li rojhilatê Deryaya Spî ku zirarê didin aşitiya herêmî, dide, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di dîdarê de Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE