Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun derbarê peywendiyên telefonê yên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel serokên 5 welatan encam da wiha got, "Hewlên ku Serokomarê me yên ku bi dilsozî ji bo tesîsa aşitiyê li herêm û cîhanê dide, hêza îstiqrardar a welatê bi hêz dike."
Altun di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de tekezî li wê yekê kir ku Serokomar Erdogan bê navber dayin di dîplomasiya xwe de berdewam e û destnîşan kir ku îro digel serokên Bulgaristan, Finlandiya, Almanya, Qazaxistan û Sırbistanê peywendiyên telefonê encam dane.
Altun anî ziman ku Serokomar Erdogan di peywendiyên navborî de li ser mijarên weke hêzdarkirina têkiliyên dualî, şerê Rûsya û Ukraynayê û pirsên herêmî îstişare kiriye.
Altun wiha got, "Hewlên ku Serokomarê me yên ku bi dilsozî ji bo tesîsa aşitiyê li herêm û cîhanê dide, hêza îstiqrardar a welatê bi hêz dike."AA