Serok Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî ra bi têlefonê axivî

Di axaftinê da li ser mijara têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê û mijarên dualî û herêmî sekinîn

Serok Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî ra bi têlefonê axivî

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan bi têlefonê bi Kazimî ra axivî, ew pîroz kir û di peywira wî ya nû da jê ra serkeftin xwest.

Serokomar Erdogan di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê anî ziman û di axaftinê da li ser mijarên dualî û herêmî sekinîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE